6 jinên yên ji Sêrta Bakurê kurdistanê ji ber ku di dawetekê de govenda kurdî gerandine û dîmenê wên belav bûye hatin binçavkirin.
Piştî ku dîmenê govendê li ser hesabên medya dîjîtal ên nijadperest hedef hatin nîşandan li Êlih û Sêrtê polîsan bi ser malan de girtin.
Di serdegirtinê de her 6 jinên ciwan ên di dîmenan de cih digirin hatin binçavkirin.
Ciwanên hatin binçavkirin birin Midûriyeta Polîsan a Sêrtê û Walîtiyê îdia kir ku ciwanan “propagandaya rêxistinê” kirine.
Berya demekê heman rewş li li Mêrsinê û Agiriyê jî qewimî, bi herdû deveran 15 ciwan bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” hatin binçav kirin.



