Jinên Iraqî û Êzidî yên di 3’êmîn Konferansa Jinên Iraqî de hatin ba hev li dijî cezayê darvekirinê yê li ser rojnamevana Kurd Pexşan Ezîzî û çalakvan Şerîfe Muhammedî bi dirûşmeya ‘Na ji darvekirinê re, erê ji jiyana azad re’ daxuyaniyek dan.
Duh li Bexdayê 3’yemîn Konferansa Jinên Iraqî ya bi boneya salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an hatibû li dar xistin.
Konferans bi pêşengtiya Rabîta Jinên Iraqê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Mûnazama Or a Çandê ya ji bo jin û zarokan, bi dirûşmeya ‘Bi têkoşîna hevgirtî li dijî qirkirina jinê bibe dengê xweparastinê’ hat lidarxistin.
Piştî konferansê bi daxuyaniyekê bertek nîşanî cezayê darvekirinê ku Îranê li dijî rojnamegera Kurd Pexşan Ezîzî û çalakvan Şerîfe Muhammedî birî, dan.
Daxuyanî ji aliyê Berpirsa Mûnazemeya Or ya çand a jin û zarokan Mûna El-Hîlalî ve hate xwendin.
Jinan di daxuyaniya xwe de bi dirûşmeya ‘Na ji darvekirinê re, erê ji jiyana azad re’ li dijî cezayên darvekirinê kampanyaya piştevaniyê ragihandin û gotin:
Îran her dem jin û mirovên bêsûc bi darve dike.
“Em vê zihniyetê red dikin û şermezar dikin.
Em dibêjin bila Îran vê biryara xwe ya dûrî exlaqê mirovan û dûrî pîvanên mirovahiyê li ber çavan re derbas bike.
Herî dawî di daxuyaniyê de banga li rêxistinên jina kirin ku xwedî helwest bin li hember biryarên Îranê
Daxuyanî bi dirûşmeyên ‘Jin Jiyan Azadî’ ‘Na ji darvekirinê re, erê ji jiyana azad re’ bidawî bû.



