Îro 11. salvegera komkujiya Til Eran û Til Hasilê ye.
Di vê komkujiyê de bi sedan sivîl hatin revandin û kuştin.
Bi wesîleya rojê, li gelek bajarên herêma bakur û Rojhilatê sûriyê şehîdên Komkujiya Tel Hasel û Tel Aran hatin bi bîranîn.
Her bajar û bajarokeke Kurdan, bûye armanca êrîşên dagirkeran.
Beriya 11 salan weke îro komkujiyeke bi-êş ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve derheqê Kurdan hat kirin.
Til ‘Eran û Til Hasil, her du bajarokên ku bi giştî Kurd lê diman, dikevin bakur-rojhilatê Helebê.
Beriya 11 salan komên çete weke gurên har, êrîşî van her du bajarokan kirin.
Li gorî agahiyên wê demê derketin, bêtirî 450 sivîlên Kurd bi destê çeteyan hatin darvekirin.
Lê mixabin ne tenê van çeteyan, hêzên rêjîma Sûrî jî temam kir.
Bi wesîleya salvegerê, şehîdên Komkujiya Tel Hasil û Tel Aran hatin bibîranîn.
Meclisa Gelan ya kantona Efrîn û Şehbayê daxuyaniyek dan, şehîdên komkujiyê hatin bibîranîn.
Meclisa kantonan bang li civat, hêzên navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kirin ku bê deng nemînin û fişarê li dewleta Tirk a dagirker bikin da ku dagirkeriya li ser herêmên Sûriyê bi dawî bike.
“Heta pêkanîna Sûriyeke demokratîk, emê li ser şopa şehîdan bimeşin”
Her wiha Hevbendiya Niştimanî ya Demokratîk a Sûriyê a taxa Şêx Meqsûd jî salvegera Komkujiya Tel Hasel û Tel Aran bi bîr anîn.
Di bîranînê de, kesên axivîn diyar kirin ku ewê heta dawiyê li ser şopa şehîdan, heta pêkanîna Sûriyeke demokratîk bimeşin.
MINBIC
Şehîdên Til Hasel û Til Eranê li Minbicê hatin bi bîranîn
Li bajarê Minbicê jî şehîdên Til Hasel û Til Eranê bi daxuyaniyekê hatin bibîr anîn.
Li vir jî hat diyar kirin ku armanc ji êrişa dijî Til Hasil û Til Eranê qirkirina Kurdan bû.
Şêniyên Amûdê 32 şehîd bi bîr anîn
Di çarçoveya bîranîna şehîdan de,
Xelkê bajarê Amûdê û Meclisa Malbatên Şehîdan 32 şehîdên Şoreşa 19’ê Tîrmehê yên di dem û cihên cuda şehîd bûne, bi bîr anîn.



