Li kantona Reqa, Tebqa û Minbicê bi banga azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan, xelkê van bajaran çalakiyên cûrbercûr li darxistin.
Li bajarokê Şêran yê Kantona Firatê jî, nîqaşên ser xwendina parêznameyên Rêber Apo dewam in.
Jibo wergirtina agahiyekê li ser rewşa Rêber Apo û pêkanîna azadiya wî ya fîzîkî xelkê herêmê bê tebat û hedanin.
Bi her awayî xwedî li Rêberê xwe derdikevin da ku li ser rewşa wî agahîkê werbigrin.
Bi pêşengtiya Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Reqayê xelkê bajêr dijî tecrîda girankirî daketin qadan.
Meş ji pêşiya Nexweşxaneya Zarokan a bajêr dest pê kir û li Qada jina Azad veguherî mîtingê.
Di mîtingê de, kesê axivîn tecrîda li ser Rêber Apo şermezar kirin û ev peyam dan:
“Ramanên Rêber Apo, çareseriya herî guncaw a pirsgirêkên Rojhilata Navîn û sepandina aştiyê li seranserî cîhanê ne.”
Ji bo wê jî, ger welatên cîhanê dixwazin aştî were welatan, pêwîste destpêkê tecrîdê rakin.
Şêniyên Minbicê jî bi meşekê banga azadiya fîzîkî ya rêber apo kirin.
Girseya gel li qada gundê Eseliye rawestiya.
Li wir, ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan banga bilindkirina têkoşînê hat kir.
Însiyatîfa Ji bo Azadiya Rêber Abdullah Ocalan a Sûriyeyê şaxê Tebqayê jî daxuyaniyek da.
Însiyatîfê diyar kir ku azadiya Rêber Abdullah Ocalan rêya yekane ya çareserkirina dozên Rojhilata Navîn, sepandina modernîteya demokratîk e.
Her wiha bang li rêxistinên mafên mirovan û CPT’ê hate kirin ku rewşa tendursitiya Rêber Abdullah Ocalan demildest aşkera bikin.
Însiyatîfê dawiyê teqezî bi dwamkirina têkoşînê di çarçoveya pêngava navneteweyî ya ji bo azadiya Rêber APO kirin, ta ku armanca pêngavê were bidestxistin.



