Li bajaroka Şêran a Kantona Firatê xwendina parêznameyên Rêber Apo û nîqaşên li ser wan ku nêzî salek beriya niha hatibûn destpêkirin, berdewam dikin.
Di çar bernameya ku ji aliyê Kongra Star, Meclisa Malbatên Şehîdan û rêveberiya bajarokê ve hatiye amadekirin de, parêznameya 5’an a bi navê, “Parastina Kurdên Di Pençê Qirkirina Çandî de/Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Netewa Demokratîk” tê xwendin.
Hefteyê rojekê parêzname tê xwendin û li ser gotubêj tê kirin.
Xwendevanên paraznameyê diyar kirin ku fêm kirina Rêber Apo bi xwendina pirtûkên wî dibe.
Di heman demê de xwendevanan destnîşan kir ku bi saya felsefeya Rêber Apo ji pençeyên qirkirinê rizgar bûne.
Kombûna Jinan a Zenobya li bajarê Minbic, Reqa, Tepqa û Dêrazorê parêznamên Rêber Apo dixwînin



