Li aliyekî din jî çeteyên dewleta Tirk a dagirker li gundewarên Efrînê zêdetirî 200 darên zeytûnê birîn.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku çeteyê “Cebha El Şamiy” “El Hemzat’ û ‘El Emşat” yên dewleta Tirk a dagirker, li başûrê gundê Qetmê yê Efrînê 200 darên zeytûnê birîn.
Li gorî rêxistinê ji darên zeytûnan ên hatine birîn, 35 dar ên welatiyê bi navê Kemal Cuma ne, 35 dar ên Ebdulmenan in û 9 darên din ên welatiyê bi navê Ebû Salih in ku ji gundê Sîcrazzê yê Ezazê ne.


