Her bajar û bajarokeke Kurdan, bûye hedefa êrîşên dagirkeran.
Gelê Kurd her tim salvegera komkujiyan bi bîr tîne.
Îro jî, 11. salvegera komkujiya Til Eran û Til Hasilê ye.
Di vê komkujiyê de bi sedan sivîl hatin revandin û kuştin.
27 Tîrmeha 2013’an..
Ji bo kurdan teva dîrokeke bi êşe.
Beriya 11 salan weke îro komkujiyeke biêş ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê der heqê Kurdan de hate kirin.
Komkujiya Til ‘Eran û Til Hasil, her du bajarokên ku bi giştî Kurd in û li bakur-rojhilatê Helebê ne.
Beriya 11 salan komên çete weke gurên har êrîşî van her du bajarokan kirin.
Ji bilî dizî û talanê, bi dehan sivîlên her du bajarokan revandin û kuştin.
Li gorî agahiyên wê demê derketin, bêtirî 450 sivîlên Kurd bi destê çeteyan hatin bidarvekirin.
Lê mixabin ne tenê van çeteyan, hêzên rêjîma Sûrî jî temam kir.
Piştî salekê, ango 2014’an, rêjîma Sûrî ev her du bajarok kontrol kirin û jê û şûnde dest bi pêngava binçavkirina ciwanan kir.
Hêzên Îstixbarata ezmanî bêtirî 150 ciwan binçav kirin û bi awayekî hovane ew êşkence kirin.
Hinek ji wan di bin êşkenceyê de jiyana xwe ji dest dan, hinek jî heta niha wenda ne û çarenûsa wan nediyar e.
Komîteya navneteweyî ya lêkolînkirina rastiyan, sala 2014`an raporek derxist,
Di wê raporê de destnîşan kir ku çeteyên dewleta Tirk komkujiyek kiriye.
Lê belê nêrîna Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) cuda bû û wek “aloziyeke eşîrî” wesifand, ji ber ku destê wê jî tê de hebû.
Parêzer Elaidîn Aklo : PDK komkujiyê nas nake
Parêzerê ji bajarokê Til Hasilê Elaûdîn El Xalid Kalo derbarê mijarê de axivî .
Kalo destnîşan kir ku tevlêbûna PDK`ê li kêleka Cebhet El Nusra di qetilkirina Kurdan de, wan diêşîne û got:
Ew komkujî, geşedanên li Başûrê Kurdistanê rû didin ku PDK herêmên cuda yên Başûr radestî dewleta Tirk dike, dişibin hev.
PDK di dagirkirina herêmên kurdistaniyan de alîkariya dewleta Tirk dike, mîna ku çeteyên wê tev li komkujiya Til Eran û Til Hasilê bûn
Şêniyên Til Eran û Til Hasil: Êşa me nayê ji bîr kirin
Şêniyên ji gundên Til Hasilê û Til Eranê jî hûrgiliyên komkujiya hovane vedibêjin.
Şêniyan eşkere kir ku armanc ji êrişa li dijî Til Hasil û Til Eranê qirkirina Kurdan bû.



