Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya kantona Efrîn û Şehbayê ji bo yekemîn bîranîna şehadeta şehîd Vejîn Jiyan merasîmek li dar xist.
Merasîm li hola Mîtan a li Ehdas ya li Şehbayê hat li dar xistin.
Di merasîmê de bi sedan Şêniyên kantona Efrîn û Şehbayê şehîd beşdarî merasîmê bûn.
Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a kantona Efrîn û Şehbayê Xedîce Îbo di merasîmê de axivî û got:
Şehîf Vejîn 27`ê Tîrmeha 2023`yan di êrişa balafireke bêmirov a dewleta Tirk a dagirker de şehîd bûye.
“Rêber Abdullah Ocalan dibêje, me bi ciwanan dest pê kir û dê bi ciwanan bi serkevin.
Dijmin ji ciwanan ditirse ji ber wê her tim êriş wan dike.”
Piştre Endama Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya kantona Efrîn û Şehbayê Rîm Dad jî carek din sersaxî ji malbata şehîd Vejîn Jiyan re xwest.
Di dawiya çalakiyê de sînevizyonek bi navnîşan “Vejîn, cenga azadiyê ser bixin” hate pêşandan.



