Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihand ku ji kampa Şarya ya li Dihokê 463 malbatên koçber vegeriyan Şengalê.
Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê bi daxuyaniyekê ragihand ku îro 463 malbat ji kampa Şarya ya li Dihokê vegeriyan herêmên xwe yên li Şengalê.
Hate ragihandin ku ji bo hemû malbatên vegeriyane warê xwe, alîkarî hatye belavkirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji ber aramiya li Şengalê tevî astengiya PDK’ê jî roj bi roj xelkê koçber vedigerin ser axa xwe , Şengalê.
Rêveberiya xweser ya Şengalê jî bi derfetên xwe pêşwazî li malbatan dike.
Sê roj berê jî, nêzî 200 malbatên din ji kampa Şarya ya li Dihokê vegeryabûn Şengalê.
23’ê Tîrmehê jî, Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê ragihandibû ku hezar û 841 koçberên li kampên parêzgeha Dihokê bi biryar û daxwaza xwe vegeriyan Şengalê.



