Rêveberiya Xweser a Şengalê îsal ji hemû salan bihêztir pêşwazî li salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an dike.
Bi vê boneyê, ji niha de xebat tê meşandin û îro Komxebata 10’emîn a salvegera fermanê hat lidarxistin.
Di komxebatê de, mijarên wekî fermana çawa, bi rêya kî pêkhat, çima berpirsên fermanê nayên dadgehkirin, Naskirina jenosîda Êzidiyan û qebûlkirina îradeya siyasî û leşkerî ya Êzidiyan hatin nîşakirin.
Îsal ji hemû salan bihêztir pêşwazî li salvegera fermana 3’ê Tebaxa 2014’an tê kirin.
Hefteyek ji salvegera 10’emîn a fermana 2014 re maye.
Heta niha gelek komxebat û konferans li ser fermanê û armancên wê hatiye çêkirin.
Komxebata 10’emîn a salvegera fermanê, îsal bi dirûşmeya, ‘Ji bo civaka Êzidî Edalet û Azadî’ hat lidarxistin.
Zêdeyî 200 kes bi awayeke rasterast û online ji Şengal, ji Kurdistanê û derveyî welat tevlî komxebatê bûn.
Ji pêkhateya Ereb ya Şengalê, Başûrê Kurdistanê û giştî Iraqê jî tevlîbûna ji bo komxebatê çêbû.
Bi taybet rewşenbîr, kesayetên navdar, siyasetmedar û akademîsyenên Iraqî jî tevlî komxebatê bûn.
Di komxebatê de, mijarên wekî ferman çawa pêkhat, kî sedem bû, armanca ji fermanê çibû û kê rê li qirkirina Êzidî girt, hatin nîqaşkirin.
Her wiha mijara ne-naskirina Iraqê ya jenosîda Êzidiyan, ne dadgehîkirina DAIŞ’yan û aliyên ku berpirsyariyên xwe di parastina Êzidiyan de, bicîh ne-anîn mijarên komxebatê bûn.
Mijara herî girîng daxwaza betalkirina Peymana 9’ê Cotmehê, qebûlkirina Rêveberiya Xweser a Şengalê, hêzên wê yên parastinê YBŞ-YJŞ û Asayîşa Êzidxanê ye.
Têkoşîna ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî yek ji mijarên sereke bû.
Komxebat bi encamnameyekê bi dawî bû: Divê çeteyên DAIŞ û PDK werin darizandin
Beşdaran diyar kirin ku mafê Êzidiyan li Iraqê nayê naskirin û gotin:
“Divê gelê Êzidî tifaqa xwe pêkbînin û ji bo heqê xwe têkoşînê bikin.”
Piştî nîqaşên berfireh komxebat bi encamnameyekî bidawî bû.
Beşek ji biryarên ku di komxebatê de hatine girtin wiha ye:
- Divê çeteyên DAIŞ’ê û PDK were darizandin.
- Divê hikumeta Iraqê û dewletên navnetewî fermana li ser Şengalê nas bikin.
- Pêwîste hêza xweparastinê ya Şengalê bi fermî were nasîn.
- Divê Iraq peymana 9’ê Cotmehê ya bi Tirkiyê re betal bike û pêşî li êrişên Tirkiyê bigire.”
- Her wiha di encamanameyê de banga li koçberên Şengalê jî hate kirin ku vegerin Şengalê û ji bo avakirina Şengalê tevlî têkoşînê bibin.



