Hêzên Sûriya Demokratî QSD’ê li gundewarê Reqayê şaneyeke DAIŞˊê bê bandor kir û çeteyekî DAIŞ’ê kuşt.
Têkiildarî mijarê Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk “QSD’ê” li ser malpera xwe ev agahî parvekir:
“Hêzên me agahî wegirtin ku li bajarokê Keramê yê Reqayê şaneyek çeteyên DAIŞ’ê heye.
Yek ji hêzên me yên yekîneyên li dij terorê bi alîkariya Koalîsyona Navneteweyî cihê veşartina wê şaneyê nas kir û ew cih dorpêçkir”
Navendê diyarkir ku di encama oprasiyonê de çeteyê bi navê “Ebû el Haris” hat kuştin û çeteyek bi navê Seed Salim El Hemdan girtin.
Şane hate bê bandorkirin û gelek çek, cebilxane û alavên leşkerî hate desteserkirin.
Di dawiyê de navendê da zanîn ku ji bo serweriya aramiya herêmê û parastina wê ew ê her di nava şopandinê de bin.



