Meclisa Malbatên Şehîdan ya bajarê Qamşlo 153’ê şehîdên meha Tîrmehê bibîranîn.
Malbatên şehîdan, endamên saziyan û rêxistinên jinan ji bo merasîmên bîranînê li goristana şehîd Delîl Saroxan ya bajarê Qamişlo kombûn.
Beşdarên merasîmê fedekarî û têkoşeriya şehîdan bibîranîn û wiha gotin:
“Vîna vî gelî ji pola ye û qet nayê şikenandin, lewma di oxira aştî û azadiyê de ciwanê xwe fedakir”
Beşdaran gotin: bi her awayî em li rex hêzên xwe bisekinin û xaka xwe ji dagirkeriyeke nû biparêzin.



