Meclisa Jinan ya Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD’ê ya Lubnanê yekemîn civîna xwe ya berfireh li dar xist.
Civîn bi durişmeya “Rêxistina jinan û civakê misogeriya azadiya Rêber Apo ye” hate bi rêve birin.
Komîte û endamên rêveberiyên jinan ji tevahî herêmên Lubnanê beşdarî civînê bûn.
Di civînê de rewşa siyasî, girîngiya rêxistinkirina jinan û civakê û xweparastina jinan hatin nîqaşkirin.
Piştî xwendina rapora salê ji 2022 heta 2024’an perspektîfên Rêber Apo hatin xwendin.
civîn bi encamnameyekê bi dawî bû, hin ji wan wiha ye:
1-Tevlîbûna jinan ji tevahî perwerdeyan re û dewamkirina lidarxistina civînan.
2- Hilbijartina berdevkên hevbeş ên rêveberiyên hemû bajar û herêman.
3- Xebitîna li ser perwerdekirina endamên komîteyên PYD’ê.
4- Xurtkirina sazîbûna jinan di PYDˊê de û avakirina komîteyên lihevanînê.
5- Perwerdekirina ciwanan bi taybetî di çand û hunerê û pêşxistina wan di civakê de.



