Serokomarê Tirkiyê Erdogan gef li Îsraîlê xwar.
Erdogan got:”Tirkiye çawa ku ket Qerebax û Lîbyayê dikare bikeve Îsraîlê.”
Wezîrê Derve yê Îsraîlê Katz bersiva Erdogan da û Seddam Huseyîn û Iraqê bi bîr xist.
Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan li bajarê Rîze ya Tirkiyê axivî.
Erdogan di axaftina xwe de balkişand li ser pîşesaziya parastinê û got:
“Eger em pir bi hêz bibin Îsraîlê tişta ku li Filîstinê dike nikarîbû bikira.
Tirkiye çawa ku ket Qerebax û Lîbyayê dikare bikeve Îsraîlê.”
Erdogan: Tirkiyê çawa ku ket Qerebax û Lîbyayê dikare bikeve Îsraîlê
Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Katz bersiv da daxuyaniya Erdogan.
Katz li ser hesabê xwe yê medyaya civakî X’ê wêneyên Erdogan û Seddam Huseyîn parve kir û got:
“Erdogan li ser rêça Seddam Hisên dimeşe û gefan li Israîlê dixwe.
Divê ew çarenûsa Seddam bîne bîra xwe ku çi kir û çi bi serê wî hat.”
Katz: Erdogan jî li ser rêça Sedam Hisên dimeşe
Beriya wê serokê muxalefetê yê Israîlê gotibû ku Erdogan gotinên vala dike û li ser Rojhilata Navîn xeterî ye.
Divê cîhan û bi taybet Nato gefên wî şermezar bike û neçar bike ku destekê nedê tevgera Hemasê.
Her wiha Erdogan serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu bi jenosîdê tawanbar kiribû.
Erdogan di daxuyaniya xwe ya 26’ê Nîsanê de anî ziman ku pêwendiyên wan bi Îsraîlê re tenê di warê bazîrganiyê de ye.
Berî ku şer dest pê bike, Tirkiye û Îsraîl piştî deh salan alozî hewl didin ku têkiliyên xwe normal bikin.



