Bi boneya salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, 3’yemîn Konferansa Jinên Iraqî û Êzidî li Bexdayê li dar ket.
Jinên ku tevlî Konferansê bûn, diyar kirin ku ew li Iraqê yek deng in û êdî çi bibe jî îradeya xwe radestî tu kesî nakin.
Bi boneya salvegera fermana 3’yê Tebaxa 2014’an, 3’yemîn Konferansa Jinên Iraqî û Êzidî ya bi bi pêşengtiya Rabîta Jinên Iraqê, Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) û Mûnazama Or a çand a ji bo jin û zarokan beriya du rojan li Bexdayê pêk hat.
Di konferansê de ferman, tundiya li ser jinan, têkoşîna jinan a li dijî pergala mêrsalarî, netewa demokratîk û çareserî hatin nîqaşkirin.
Li ser girîngî, armanc û hedefa konferansê, jinên ku tevlî konferansê bûn axivîn û sekin û helwesta xwe anîn ziman.
Jinên Iraqî û Êzidî: Em îradeya xwe radestî tu kesî nakin
Endama tevgera azadiya jinên Êzidî Edûl Şengalî da zanîn ku ew ê ti carî fermanê ji bîr nekin û wiha got:
”Em jinên Êzidî û Ereb ji gelek navçeyên Îraqê îro li Bexdayê kom bûne.
Me konferansek lidar xistiye ji bo bîranîna fermana 2014 ku ti carî nayê jibîrkirin.
Em sozê didin wan esîrên ku ketine destê çeteyê DAÎŞ, em ê ne sekinin ta ku em tola wan hilînin û em hesab ji wan kesên ku bûne sedema fermanê bixwazin.”
Muhendis Newal EL-Feyilî jî li ser armanca xwe ya beşdarbûna konferansê axivî û da zanîn ku ew yek deng in û bi jina Êzidî re ne û wiha axaftina xwe bi dawî kir:
“Em îro li dijî komkujiya ku li dijî jinên Êzidî hatiye kirin û hemû êşên wê parve dikin.”



