Belgefilma ˊPêşengên Şoreşêˊ ya ku ji aliyê Produksyona Nefel ve hatiye amadekirin li bajarê Qamişlo hate pêşandan.
Bi sernavê ˊPêşengên Şoreşêˊ bi sponseriya Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê li bajarê Qamişlo belgefilm hate pêşandan.
Bi dehan xelkê bajarê Qamişlo, endamên Rêxistinên Civaka Sivîl, amade bûn.
Belgefilm ji aliyê Produksyona Nefel bi derhêneriya Dilcan Osman Oso di heyama 5 mehan de hatiye amadekirin.
Armanc ji belgefilmê ew e derxistina berxwedana stûnên têkoşîna Rojavayê Kurdistanê ku ew şehîd bi exlaq, mirovahî û dilnizmiya xwe li her cihî navdar bûn.
Belgefilm cara yekemîn li ser ekranên televîzyona me Ronahî TV di Mijdara 2023`an de hatiye weşandin, ev cara duyemîn e li pêşberî xelkê tê pêşandan.



