Siyasetmedarê ji Hollandayê yê rastgir Geert Wilders xwest dewleta Tirk ji NATO’yê were qewitandin.
Siyasetmedarê rastgir Geert Wilders ji ber gefên serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan ên li ser Îsraîlê, li ser hesabê xwe yê X’ê got:
“Erdoganê îslamî yê faşîst gefa têketina Îsraîlê dixwe. Ev zilam tam dîn e.
Divê Tirkiye ji NATO’yê were qewitandin.”
Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan duh di civîna AKP’ê ya li bajarê Rîze yê Tirkiyeyê de gotibû çawa Tirkiye ketibû Lîbya û Qerebaxê, dibe ku bikeve Îsraîlê jî.
Erdogan gotibû: “Tu sedem nîn in ku pêşiya me bigire.
Divê em bi hêz bin heya bikarin van gavan biavêjin.”
Bertekên li hemberî gotina Erdogan zêde ne.



