Welatiyên li gund û bajarokên Tirbespiyê bi hevkariyê, pirsgirêkên xwe yên wekî av û kehrebeyê bi riya jiyana komînal çareser dikin.
Li bajaroka Maşûq a li Tirbespiyê ku derdora 170 mal lê hene piştî êrişan stasyona avê hilweşiya bû.
Şêniyên bajarok hevkariyen mezin nîşan dan û bi derfetên xwe jeneratorek stendin û pêdiviya ava vexwarinê ya 170 malan tê pêşwazîkirin.
Her wiha li gundê Girê Pirê yê Tirbesipiyê jî, stasyona avê ya di êrişan de ziyanek mezin dîtibû, ji nûve hat şixulandin.
Li Kolana Sihayî ya Tirbesiyê jî, bi xebatên komînê pirsgirêka kehrebeyê ya 150 malan hat çareserkirin.
Hevserokê Komîna Şehîd Baz a Kolana Siyahî Ebdulcelîl Ehmed da zanîn ku wan bi hevkariyê jeneratorek stendiye û niha kehrebeyê didin 150 malên li taxê.



