Di çileya 2023’an dewleta Tirk êrişî binesaziya herêmê kir , wê çaxê gelek stasyonên kehrebe û petrolê zerar dîtin.
Li gelek deveran kehrebe qut bû û barê xelkê girantir , nexasim ku ev pirsgirêk hinekî hîna berdewam e û dinya havîne.
Mînaka vê yekê jî Bajarê Tibespiyê ye.
Li vir ciwanekî bi navê Hesan Hisên xwest gavekê bavêje û qalibên Bûzê li xelkê belav bike û gava wê veguherî insyatîfekê.
Hesan Hisên Kano , ji bo ku vê zehmetiyê li şêniyan sivik bike, qalibên bûzê li taxan belav dike taybet deverên ku jenerator lê naxebitin.
Kano destpêkê rojane 10 qalibên cemedê belav dikirin.
Dûre gelek ciwan tev lê bûn û însiyatîf firehtir bû û êdî cemed li gund û taxên bajêr tê belavkirin.
Kano diyar kir ku ji vê gavê dixwaze hevkariya di navbera pêkhateyan de xurtir bibe û got:
Destpêkê ez bi tenê bûm.
Lê dûre gelek şênî û dost tev lê bûn û niha em ne tenê li taxan, li hin gundan, malên sersaxiyê û yên şahiyan jî cemedê belav dikin.”



