Şerê li Sûdanê herî zêde bandorê jin û zarokan dike ku bi koçberî, destdirêjî û birçîbûnê re rû bi rû dimînin.
Têkîldarî vê yekê Çavdêriya Mafên Mirovan HRW daxuyaniyek da.
HRW di rapora xwe de ragihand ku piraniya tundiyê li ser zarok û jinên ji 9 salî heya 60 saliyê ye û tundî ji ”destdirêjî û destdirêjiya komî” pêk tên.
Şerê di navbera artêşa din serokatiya General Abdel Fettah el- Bûrhan û Hêzên Alikariya Bilez ya alîkarê wî yê berê General Mohamed Hamdan Daglo de ku ev 15 meh in berdewam dike.
Ev yek bû sedema mirina deh hezaran kesî û wêranbûna nexweşxane û navendên tenduristiyê jî di nav de gelek binesaziyên welat.
Çavdêriya Mafên Mirovan-HRW’ê derbarê kiryarên ku li dijî sivîlên li Sûdanê rû didin daxuyaniyek da.
HRW hişyarî da ku hêzên paramîlîter û artêşa perçeyekî şerê desthilatdariyê yên li Sûdanê li Hartûm û derdora wê gelekî serî li tundiya zayendî didin.
HRW’ya ku navenda wê li New Yorkê ye ragihand ku di navbera Nîsana 2023’yan ku dîroka destpêka şerî ye û Sibata 2024’an de li paytextê Sûdanê 262 bûyerên tundiya zayendî pêk hatine.
HRW: Li ser jin û zarokan destdirêjiya komî pêk tên
Çavdêriya Mafên Mirovan di rapora xwe de ragihand ku piraniya tundiyê li ser zarok û jinên ji 9 salî heya 60 saliyê ye û tundî ji ”destdirêjî û destdirêjiya komî” pêk tên.
HRW’ê dubare di rapora xwe de da zanîn ku di nava kesên dihat tedawîkirin de herî kêM 4 jinan ji ber birînên xwe jiyanan xwe ji dest dane.
Her wiha di rapora 88 rûpelî de ”şertên dibe ku werin wateya koletiya zayendî” jî cih digirin.
Li gorî gelek îfadeyan kiryarên bûyeran weke Hêzên Piştigiriya Bilez tê nîşandan lê belê artêş jî tê sûcdarkirin.
Li gorî HRW’ê diyarkirina asta tundiya zayendî ji ber eşkerebûna mexdûran gelekî zehmet e û ji ber vê yekê jî kesên mexdûr naxwazin têkildarî vê yekê îfadeyên xwe bidin.
Çavdêriya Mafên Mirovan ji bo ku li Sûdanê ”bilez hêzeke parastina sivîlan were bicihkirin” bang li Neteweyên Yekbûyî Û Yekîtiya Efrîqayê kir.
Li Sûdanê yek ji fermandarên Hêzên Piştgiriya Bilez hat kuştin



