Pêşmergeyên Dêrîn yên Herêma Germiyanê diyarkirin ku PDK axa Kurdan radestî Tirkiyeyê dike û gotin; “Aramnca sereke ya dewleta Tirk dagirkirina hemû Başûrê Kurdistanê ye.
PDK carek din kurdistanê radestî Tirkiyeyê dike, divê her kes dijî vê dagirkeriyê rabe.”
Êrişên dewleta Tirk ya dagirker a bi hevkariya PDK’ê bê navber dewam dikin.
Derbarê êrişên li ser Başûrê Kurdistanê de, pêşmergeyên Dêrîn yên Herêma Germiyanê axivîn.
Pêşmergeyê Dêrîn Hawrê Pêşrew destpêkê behsa armanca dagirkeriya dewleta Tirk kir û got;
“Çi qasî bi hêceta PKK’ê jî hatibe, armanca sereke ya dewleta Tirk dagirkirina Herêma Kurdistanê ye.
Lê dibe ku dewleta Tirk bi welatên din yên cîran re bixwaze statûya Herêma Kurdistanê ji holê rake.
Dewleta Tirk endamê NATO’ye û nikare bêyî agahdariya Emerîka vê dagirkeriyê pêkbîne, ji bo vê Emerîka jî ji vê berpirsyare.
Ev pirsgirêkek mezine û divê serkirdeyên Kurd bi aqilane nêzî vê mijarê bibin û hewl bidin hikumeta Iraqê xwedî helwest bikin.”
Hawrê Pêşrew: Divê hikumeta Iraqê li dijî dagirkeriyê xwedî helwest be
Di dewama axaftina xwe de Pêşrew got;
“Divê Hikumeta Iraqê dijî vê dagirkeriyê xwedî helwest be, em jî weke pêşmergeyên Dêrîn, niha û di dema bê de, di xizmeta gel û nîştimaniyê dene.
Li kuderê pêwîstiya gel bi me hebe, emê li wê derê bin.”
Salih Mehmud: Siyaseta PDK’ê tenê dagirkeriye
Pêşmergeyê Dêrîn yê bi navê Salih Mehmud jî li ser heman mijarê axivî.
Salih bang li her kesê kir ku PKK’ê biparêzin û wek sedem jî got;
“Ji ber ku ew di berjewendiya hemû Kurdan de kar dikin, niha Iraq dixwaze Kurd li beramberî Tirkiyeyê lewaz bibin.
Ez weke pêşmergeyek dêrîn ji vê siyaseta PDK’ê gelek bêzar bûme, ji ber ku carek din ev axa ciwan radestî Tirkiyeyê dike.”
Salih Mehmud: Pêwîst bû pêşmerge li hemberî dagirkeriyê ketiban nava liv û tevgerê”
Salih di dawiya axaftina xwe de got;
“PDK bi xwe beşeke ji xiyanetê, ji ber ku dema borî jî PDK’ê piştgirî dida çeteyan û xizmeta wan dikir.
Eger Tirkiye herêmê dagir bike, wê êdî rizgarkirina herêmê gelek zehmet bibe.
Pêwîst bû niha hemû hêzên pêşmerge li beramberî artêşa Tirk ketiban nava liv û tevgerê û amade ban.
Ger em bixwazin, emê bikarin Tirkiye neyê ser xaka me.”



