Hate zanîn ku artêşa Îsraîlê li gundewarê bajarê Derayê ya başûrê Sûriyê 2 baregehên hêzên hikumeta Şamê bombebaran kirin.
Çavkaniyên xwecih diyar kir ku di saetên derengiya şevê de dengê teqînan ji rojavayê bajarê Newa yê Derayê hatin bihîstin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku artêşa Îsraîlê yek jê baregeheke hêzên hewayî, 2 baregehên leşkerî yên hêzên hikumeta Şamê bi moşekan bombebaran kirin.
Li gorî SOHR’ê, baregehên hatine hedefkirin li derdora Tel Cabiye û Tel Um Horan ên rojavayê Derayê ne.
SOHR’ê destnîşan kir ku pergala parastina hewayî ya Şamê bersiva bombebaranê da.
Lê der barê windahiyan de agahî nehatin dayîn.



