Şandeya Tevgera Jinên Azad (TJA) û DEM Partiyê nêzî hefteyekî ye ku li Başûrê Kurdistanê ye.
Şande serdan partî, kesayet û hizbên siyasî dikin.
Mijara sereke ya hevdîtinan jî tecrîda li ser Rêber Apo û dagirkeriya dewleta Tirk a dagirkere.
Şandeya Tevgera Jinên Azad (TJA) û DEM Partiyê nêzî hefteyekî ye ku li Başûrê Kurdistanê serdan partî, kesayet û hizbên siyasî dike.
Şande îro jî li Silêmaniyê serdana Yekîtiya Jinên Başûrê Kurdistanê kir.
Endama Yekîtiya Jinên Kurdistan Seywan Rostem têkîdarî serdana şandeyê axivî û got:
“Em hîn zêdetir hewl bidin peywendiyên xwe xurt bikin û pirsgirêkan bi hevre çareser bikin.”
Kaçmaz: Tecrîda li ser Rêber Apo û êrişên li ser Başûrê hatin nîqaşkirin
Parlamentera DEM Partiyê Gulcan Kaçmaz diyar kir ku tecrîda li ser Rêber Apo û êrişên li ser Başûrê Kurdistanê rojeva sereke ya hevdîtinê bû.
Şandeya TJA û DEM Partiyê serdana endama mekteba siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm kirin
Piştî serdana Yekîtiya Jinên Kurdistanê, şandeya TJA û DEM Partiyê çûne serdana endama Mekteba Siyasî ya YNK’ê Şanaz Îbrahîm.
Lê têkîldarî civîna bi Şanaz Îbrahîm re agahî nehatin standin.
Li gorî agahiyan wê serdanên şandeyê dewam bikin.



