Gerîlayên HPG’ê û YJA Starê di nava 2 rojên derbasbûyî de, li Zap çalakî pêk anîn.
Di encamê de 4 kamerayên mobesse hatin bêkêrkirin û çeperek hat roxandin.
Ji fermandarên HPG Piling Zerduşt, têkîldarî şerê li herêmên parastinê tê kirin got: “Ji bo qirkirina Kurdan temam bike şer gur dike. Divê gel helwestek cidî nîşan bide.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê têkîldarî çalakiyên gerîla û êrişên artêşa Tirk a dagirker daxuyaniyek da.
HPG’ê diyar kir ku gerîlayan di 28 û 29’ê Tîrmehê de li dagirkeran dan.
Di van çalakiyan de, li herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê;
28’ê Tîrmehê bi taktîka sekvaniyê çeperên dagirkerên li girê Amdeiyê û Bahar hatin armanc girtin.
Di encamê de 2 kamêrayên mobesse hatin bêkêrkirin.
Li girê Bahara jî tevgara helîkopteran asteng kirin.
29’ê Tîrmehê li girê Amediyê bi çekên nîv otomatîk derbe li çeperekî dagirkeran hate xistin.
Dîsa heman rojê gerîla li girê Bahar û girê FM bi taktîka sekvaniyê li çeperên dagirkeran dan.
Li wir jî 2 kamerayên mobesse hatin bêkêrkirin.
HPG: Dagirkeran 25 caran qadên gerîla bombebaran kirin
HPG’ê ragihand artêşa Tirk a dagirker di nava 27 heta 30’ê Tîrmehê de 25 caran bi balafirên şer qadên gerîla bombebaran kir.
Her wiha qadên gerîla ji aliyê helîkopterên êrişê ve jî hatin bombebarankirin.
Zerdûşt: Armanca dewleta Tirk qirkirina Kurdan e
Ji fermandarên HPG Piling Zerdûşt, têkîldarî şerê li herêmên parastina medyaryê ji rojnameya Yenî Ozgur Polîtîka re axivî.
Fermandar Zerdûşt diyar kir ku armanca artêşa Tirkiyê dagirkirina tevahî xaka Kurdistanê ye û got:
“Ji bo qirkirina Kurdan temam bike şer gur dike. Ji ber vê çeteyan ava dike, şer û kaosê belavî her derî dikin.
Divê siyaset û têkoşîna ku li dijî vê bê meşandin û pêşxistin gerdûnî be û hemû herêmê bigire nava xwe.”
Zerdûşt: Divê gel rastiya armnaca dijmin bibîne û li gorî wê helwest nîşan bide
Fermandar Zerduşt destnîşan kir ku di pişt êrişên dewleta Tirk de Amerîka û hevalbendên wî hene û wiha domand:
“PDK jî tevgera dagirkeriyê erê dike. Êrişên li dijî Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê jî di vê çarçoveyê de pêk tên. Gotina, ‘Ez tenê li dijî PKK’ê şer dikim’ dereweke mezine. Ji bo ku Kurdistanê bi awayekî mayînde dagir bike bi hemû hêza xwe seferber bûye. Divê bi taybetî gelê me yê li Başûr vê rastiyê bibîne û li gorî wê helwest nîşan bide.”



