Di hevdîtinê de, mijara çareseriya pirsgirêka Kurd bi rêyên aştiyane, demokratîk û hevdîtin bi Rêber Apo re hate nîqaşkirin.
Serdanên şandeya DEM Partî û Tevgera Jinên Azad TJA a li Başûrê Kurdistanê dewame dike.
Parlamentera Şirnexê Newroz Uysal, Parlamentera Wanê Gulcan Kaçmaz û Parlamentera berê ya HDP’ê Ayşe Acar di nava şandeyê de ne.
Şandeyê îro li Silêmaniyê serdana çalakvana siyasî, Nermîn Osman kirin.
Di serdanê de, rewşa Başûr û Bakurê Kurdistanê hate nîqaş kirin.
Her wiha girîngiya zadiya fîzîkî ya Rêber Apo jî mijara sereke ya hevdîtinê bû.
Piştî wê, şandeya TJA û DEM Partiyê serdana Waliyê parêzgeha Silêmaniyê Heval Ebûbekir kir.
Pişt hevdîtinê jî aliyan bersiva pirsên çapemeniyê dan.



