Çeteyên dewleta Tirk a qirker li nava Efrînê welatiyek 55 salî revandin.
Kombenda Efrînê jî hovîtiyên çeteyan li Efrîna dagirkirî pêk tînin bertek nîşan da û got: “Em ê heta vegera li Efrînê têbikoşin.”
Revandin, dizî, talan, wêrankirin û bi ser de şewtandina xwezaya Efrînê dewam dike.
Çeteyan Mihemed Koçer ê 55 salî li Efrînê revand
Çeteyan herî dawî Mihemed Izet Koçer ê 55 salî yê ji bajarê Cindêrsê revand.
Hate diyarkirin çeteyan Mihemed ber bi cihekî ne diyar ve birin û heta niha aqûbeta wî nayê zanîn.
Kombenda Efrînê ya Reqa daxuyaniyek da
Gelê herêmê û bi taybet Efrîniyên koçber li hember van kiryaran bihêrsin.
Rêxistina Kombenda Efrînê ya Civakî ya Reqayê têkildarî wêrankirina xwezaya Efrînê û sûcên ku rojane li ber çavên raya giştî têne kirin û kes deng ji xwe nayne daxuyaniyek da.
Daxuyanî bi amadebûna koçberên Efrînê yên li Reqayê li Çerxerêya Neîm hat xwendin.
“Ji dema dagirkirina Efrînê ve sûcên hovane lê tên kirin”
Hate diyar kirin ku dewleta Tirk a qirker ji roja dagirkerina Efrînê û heta niha heman kiriyarên xwe yên hovane li dijî welatî û xwezaya wê pêk tînin.
Di daxuyaniyê de, hate destnîşan kir ku kiryarên dewleta Tirk a dagirker li dijî qanûnên navneteweyî yên têkildarî mafên mirovan in û wiha hate gotin:
“Mixabin tevî ku ev tiştên rojane li Efrînê têne kirin dijî exlaqên mirovahî û navdewletî ne, tu alî deng ji xwe dernaxe û wekî ku tiştek li Efrîn naqewime.
“Em ê heta vegera li Efrînê têbikoşin”
Di dawiyê de bêdengiya rêxistinên hiqûqî, herêmî û navneteweyî yên li hemberî sûcên dewleta Tirk û çeteyên wê şermezar kir û bang li wan kir ku ji bo bidawîkirina dagirkeriya Tirk û vegera ewle ya koçberan li warê xwe, bierkên xwe rabin.


