Şandeya Enternasyonalîstên ji Siwîsre, Almanya û Îtalyayê ji bo salvegera 10’emîn ya fermana li ser Şengalê xwestin herin Şengalê.
Lê asayîşa Tilaferê çûyîna enternasyonalîstan asten kir.
Bi wesîleya salvegera 10’emîn a fermana 3’ê Tebaxa 2014’an şandeyek ji enternasyonalîstan xwestin herin Şengalê.
Koma enternasyonalîstan ku ji Siwîsre, Almanya û Îtalyayê hatibûn, xwestin çalakiyên ji bo fermanê bişopîne.
Şande dema gihişt asayîşa Tilaferê li wir rastî astengiyan hat.
Şandeyê bi dîmenekê da diyarkirin ku ew dixwazin li Şengalê projeyên xwe yên mirovî pêk bînin.
Li wir şandeyê bang kir ku astengiyên li ber karên mirovî werin rakirin.



