Nobeda Azadiyê ku li bajarê Strasbourg ê Fransayê di 25’ê Hezîrana 2012’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û bidawîkirina Sîstema Êşkenceyê ya Îmraliyê destpê kir, di sala 13’an de bi biryardarî dewam dike.
Çalakiya ku her hefteyê bi komeke ji Kurd û dostên wan ên li Ewropayê dewam dike, kete hefteya 630’î.
Di hefteya nû ya nobedê de koma ji bajarê Saarbrucken ê Elmanyayê çalakî dewr wergirt.
Di nava hefteyê de endamên Navenda Civaka Kurd a Demokratîk serdana çalakgeran dikin.
Çalakgeran bi rêya dîmenekî peyama xwe anîn ziman.



