Tevgera Hîlala Zêrîn li dijî tundiya li ser Jinê tê meşandin Çalakî hûnerî li darxistin.
Tevgera Hîlala Zêrîn li Parka Hecano ya Kobanê bi amadebûna şêniyên bajarê Kobanê çalakiya hunera ji bo tundiya li ser jinê tê meşandin li dar xist.
Çalakî bi deqeyek rêzgirtin dest pê kir.
Berdevka Komîna Şano ya Çand û Hunerê ya Baqî Xido ya Kobanê Leyla Ehmed tundiya ku li ser jinê tê meşandin şermezar kir û wiha got:
“Em bi raman û felsefeya Rêber Apo bûn xwedî hêz.
Divê em tu carî tundiya li ser jinê tê meşandin qebûl nekin û li hemberê vê tundiyê bê deng nemînîn.”
Piştre şano li ser tundiya li ser jin hat lidarxistin.
Çalakî bi dirûşman bi dawî bû.



