Li dijî daxuyaniyên CPT yên têkildarê tecrîdê, gelek çalakvan, parêzvanên mafên mirovan û rêxistin nerazîbûn nîşan dan.
Siyasetmedaran, destnîşan kirin ku Komîsyona Mafên Mirovan û CPT di mijara Rêber Apo de bi adilane tevnagere û gotin:
“Ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî mafên bingehîn ên mirovî binpê dikin.”
Beriya demekê CPT ji Ajansa ANF’ê re derbarê tecrîdê de pirs bersivandin û diyar kir ku tecrîd nayê qebûlkirin.
Tevî hemû fikaran jî CPT’ê got,
“Dema me pêdivî pê dît, em dikarin serdana Îmraliyê bikin” û ji tecrîda mutlaq re ev bersiv da, “muameleya xirab nîne.”
Li dijî daxuyaniyên CPT yên têkildarê tecrîdê, gelek çalakvan, parêzvanên mafên mirovan û rêxistin nerazîbûn nîşan dan.
Parêzerên Buroya Hiqûqî ya El-Qirin, diyar kirin ku Komîsyona Mafên Mirovan a Ewropayê di mijara Rêber Apo de bi adilane tavnagere û mafên wî yên mirovî tên binpêkirin.
Siyasetmedarê Misirê yê serbixwe Ramî Zohdî û Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Zeyneb Mûrad derbarê mijarê de axivîn.
“Gelek welatên Ewropa naxwazin pirsgirêka gelê Kurd çareser bibe”
Ramî Zohdî destnîşan kir ku Ewropa li hemberî doza Rêber Apo xwedî pîvanên dualî ne û got:
“Ji ber mijareke ku berjewendiyên navneteweyî eleqedar dike heye. Welatên Yekîtiya Ewropa dezgehên navdewletî û Ewropayê bikar tînin. Ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî.
Ev jî nîşan dide ku CPT, her çend xwe weke saziyeke serbixwe pênase bike jî, bi helwesta Ewropayê ya du standardan ve girêdayî ye.”
Zohdî anî ziman ku gelek welatên Ewropa naxwazin pirsgirêka gelê Kurd çareser bibe, ji bo vê jî li hemberî vê rewşê bêdengiya xwe diparêzin.
“Dîrokê ji Kurdan re helwesta welatên Ewropayê a li dijî pirsgirêka uKrd îspat kiriye”
Hevseroka Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê Zeyneb Mûrad jî da zanîn ku dîrokê ji gelê Kurd re reftarên welatên Ewropayê û helwesta wan a li dijî pirsgirêka Kurd îspat kiriye û got:
“Di vê pêvajoyê de li dijî pirsgirêkên li Rojhilata Navîn du standard tê pêkanîn. Bi taybetî jî di muzakereyên li gel Tirkiyê de ev yek derdikeve holê. Penaberan ji bo berjewendiyên xwe bikar tînin û li ser wan siyasetê dikin.”
“Ji bo çavê xwe ji kiryarên wê re bigire Tirkiyê li dijî Yekîtiya Ewropayê karta penaberan bikar tîne”
Zeyneb Mûrad di dawiyê anî ziman ku Tirkiye li dijî Yekîtiya Ewropayê karta penaberan bikar tîne, şantajê dike û wan neçar dike ku çavên xwe ji hemû binpêkirinên ku Tirkiyê pêk tîne re, bigire.



