Rêxistina Mafên Mirovan a Human Rights Watch raporek derheqê dagirkeriya Tirkiyê de belav kir.
Li gor wê, dewleta Tirkiyê piştgiriyê dide binpêkirinên li herêmên sûrî yên dagirkirî.
Nexasim ku herî dawiyê herdu serçeteyên di lîsteya cezayên amerîkî de, li Enqerayê pêşwazî kir.
“Tirkiye piştgiriyê dide komên sûrî ku bi tawanên xeternak di stuyê wan de ne”
Bi vê hevokê Rêxistina Şopandina Mafên Mirovan Human Rights Watch raporek derheqê têkliyên dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê de belav kir.
Rapor behsa van wêneyan dike ku Serokê MHP’ê Dewleta Bahcelî û Lîderê Mafyayê Ela El-Dîn Cakîcî bi kêfexweşiyeke mezin pêşwazî li herdu serçeteyan Seyf Ebû Bekir û Mihemed El-Casim dikin.
Ev serçeteyên komên bi navê El-Hemzat û El-Emşat in ku navên wan di lîsteya cezayên amerîkî de ne.
Human Rights Watch dibêje ku “bi vê pêşwaziyê eşkere dibe ku Tirkiyê ne tenê rê li ber binpêkirinan nagire, lê belê destekê dide wan.”
Nexasim ku Amerîka herdu kes bi revandina mirovan, kuştin, şantaj, destdirêjiya zayendî û desteserkirina mal û milkan tawanbar dike.
29’ê sibatê jî Human Rights Watch raporek belav kiribû û piştrat kiribû ku li herêmên li jêr dagirkeriya Tirkiyê, her tişt bi zora çekê tê kirin.
Li gor dezgehên ragihandinê ku dewleta Tirkiyê piştî tevlîheviya li herêmên dagirkirî, ev civîn ji komên çete re li dar xistiye.
Ji wan xwestiye ku berjwendiyên Tirkiyê biparêzin û rê nedin xwepêşandinên li dijî wê.



