Gelê kurd li hemberî dagirkeriyê, xiyaneta PDK’ê li ser Başûrê Kurdistanê bi hêrsin.
Xelkê bajarê Çilaxa berxwedana gerîla a li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker silav kirin û tevkariya PDK’ê bi dagirkeriyê re şermezar kirin û got:
“Gerîla rûyê rasteqîn a berxwedana li dijî zulma li Rojhilata Navîn e.”
Dewleta Tirk êrişên xwe yên bi armanca dagirkirinê li ser Başûrê Kurdistanê bi hevkariya PDK’ê dewam dike.
Xelkê bajarê Çilaxa yê kantona Cizîrê li ser vê yekê axivîn.
“Gerîla li dijî êrişên dijmin keleha berxwedanê ye”
Welatiyê bi navê Telal Elî der barê êrişên dewleta Tirk a dagirker de axivî û got ku gerîla zarokên me ne, ne ji wan bûya wê dijmin armanca xwe ya tunekirina hebûna me pêk bianiya.
Elî der barê îxaneta PDK’ê de got ku PDK’ê rê li ber dewleta Tirk vekir ku Başûrê Kurdistanê dagir bike.
“Em êrişên dagirkeriyê yên ku tunekirina me dikin armanc red dikin”
Welatiyê bi navê Basil Hesen ê jî ji bajarê Çilaxa, der barê berxwedana gerîlan de got:
“Bi saya fedakariya gerîla em îro bi azad û rûmet li ser axa xwe dijîn.
Ew tenê ji bo parastina rûmeta gelan ji kiryarên rejîmên serdest û emperyal fedakariyê dikin.”
Hesen wiha berdewamî da axaftina xwe:
“Em xelkê Çilaxa piştgiriyê didin berxwedana gerîla ya li dijî êrişên hovane yên ku dagrikeriya Tikiyê bi hevkariya PDK’ê li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê pêk tîne.
Her wiha welatiya bi navê Sîham Hisên berxwedana gerîlayan û destanên lehengî ên ku li serê çiyayên azad dinivîsin silav kir û got:
“Gerîla rastiya berxwedan û têkoşîna li tevahî Rojhilata Navîn li dijî zulma hêzên kapîtalîst û emperyalîst ên ku hewl didin gelan tune bikin.”



