Dagirkeriya tirk û çeteyên wê ve gundê Bênê yê navçeya Şêrawayê bi giranî topbaran kirin.
Di encamê de, 2 kes birîndar bûn.
Îro bi danê sibehê dagirkeriyê û çeteyên wê gundê Bênê ku tijî şênî ye, bê navber û bi rengekî berdewam da ber topan.
Di encama topbaranê de welatiyê bi navê Mihemed Ebdilrehîm û zarokê wî bi giranî birîndar bûn.
Şêniyên hewmwextî êrişan ew her du rakirin nexweşxaneyê.



