Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir.
HRE’yê diyar kir ku hevrê yê wan Dilsoz Reco di pevçûnek di navebera dijmin de û Çekdar Kobanê jî di encame nexweşiyê de şehîd ketine.
HRE’yê ji malbat û gelê kurdistanê re sersazî xwest û soza bilintkirina têkoşînê da.
Hêzên Rizgariya Efrînê bi daxuyaniyekê nasnameya 2 şehîdan eşkere kir.
HRE’ê diyar kir ku di roja 29’ê Tîrmehê de li herêma Efrînê de di navbera tîmeke wan û dijmin de şer û pevçûn derketiye û di encama wê de hevalê wan Dilsoz şehîd ketiye.
Di heman demê de Çekdar Kobanê jî di encama nexweşiyê de di roja 29’ê Tîrmehê de li herêma Efrînê şehîd bû.”
HRE: Hevrê dilsoz her dem bi erkên xwe yê demê rabû
HRE’yê li ser têkoşîna şehîd Dilsoz Reco wiha got:
“Hevrêyê me Dilsoz Reco, dema şoreşa Rojavayê Kurdistanê destpê dike, weke ciwanekî kurd berê xwe dide çeperên şer.
Heval Dilsoz li eniyên herî pêş li kêleka hevalên xwe mil bi mil parastina xaka welat kir.
Ji roja ku tevlî nava refên şoreşê bû heya keliya xwe ya dawî jî têkoşîn meşand û bi erkên xwe yê demê rabû.
Her demê li refên pêş têkoşîn û berxwedaniyekî bê hemba ji bo azadiya gel û mirovahiyê raber kir.”
HRE: Hevrê Çekdar Kobanê bû şoreşgerkî miznak
HRE’ ji bo şehîd Çekdar Kobanê jî diyar kir ku di şer û jiyana xwe de bû mînak û wiha hat gotin:
“Hevrê yê me Çekdar Kobanê jî bi despêkirina şoreşê re tevlî refên azadiyê bû.
Hevrê Çekdar jî yek ji wan hevalan bû ku li eniyêb ser de di berxwedana serdemê de bi tevlîbûnek xurt şer kir.
Di gelek qonaxên şoreşê ên zor û zehmet re derbas bû û bû şoreşgerekî mînak.
Bi sekn û jiyana xwe di nav hevalên xwe de hat hezkirin.”
HRE: Em ê teqez serkeftinê tacîdar bikin
HRE’yê herî dawî ji malbat û gelên kurdistanê re sersaxî xwest û got:
“Em weke hevrêyên wan soz didin ku em ê bibin layiqê jiyan şehîdan û em ê teqez xeyal û armancên wan bi serkeftinê ve tacîdar bikin.”
Agahiyên derbarê nasnameya Şehîdan de wiha ye:
Nasnav: Dilsoz Reco
Nav û Paşnav: Mihemed Şêx Dada
Navê Dayikê: Heyat
Navê Bav: Mistefa
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê, 29 Tîrmeh 2024
Nasnav: Çekdar Kobanê
Nav û Paşnav: Xebat Îbrahîm
Navê Dayikê: Semîra
Navê Bav: Mihemed
Cih û Dîroka Şehadetê: Herêma Efrînê, 29 Tîrmeh 2024



