Li Îngilîstanê ji ber kuştina 3 keçan li welêt xwepêşandan hatin lidarxistin.
Xwepêşander bi polîsan re ketin pevçûnê herî kê 39 polîs birîndar bûn.
Serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer xwepêşander şermezar kir.
Wezîra Karê Hundir ya Brîtanî Yvette Cooper (ÎVETTE KUPIR) jî anî ziman ku tiştê ku li Southport qewimiye “tirsnak e”.
Êvara Sêşemê li bajarê Southport (SOTPORT) ê li bakurê rojhilatê Îngilîstanê xwepêşandanek protestoyî hat lidarxistin, ku roja Duşemê sê keç di êrîşa bi kêrê de mirin.
Xwepêşander bi polîsan re ketin pevçûnê. 39 polîs birîndar bûn.
Hat ragihandin ku 12 polîs li cihê bûyerê hatin dermankirin û ji 27 polîsên rakirin nexweşxaneyê 8 jê giran birîndar bûn.
Polîsê Merseyside (mersîsayd) bawer dike ku di nav xwepêşanderan de endamên tevgera Yekîtiya Parastina Îngilîzî ya rastgira tund jî hene.
Xwepêşanderan wesayîteke polîsan şewitandin.
Di dema bûyeran de dikanek jî hat talankirin.
Xwepêşandan li nêzî mizgeftekê dest pê kir, çend kolan dûrî bîranîna kesên ku di êrîşê de jiyana xwe ji dest dane.
Rayedarên polîsan dibêjin ku tundî ji ber hin parvekirinên derewîn li ser medyaya civakî ku êrîşa bi kêrê bi îslamîstan ve girêdidin, gurr kir.
Serokwezîr Starmer xwepêşanderan şermezar kir
Serokwezîrê Brîtanya Keir Starmer xwepêşander şermezar kir.
Starmer di daxuyaniya xwe ya li ser hesabê xwe yê X’ê da wiha got:
“Gelê Southportê piştî tirsa ku duh hat serê wan matmayî man. Ew piştgirî û rêzdariya me heq dikin.”
Starmer her wiha peyam da ku dê li dijî xwepêşanderên ku bûne sedema aloziyê, tedbîrên qanûnî bên girtin û destnîşan kir ku wan heqaret li şêniyên Southportê kirine.
Wezîra Karên Hundir Cooper: Tiştê qewimî tirsnak e
Wezîra Karê Hundir ya Brîtanî Yvette Cooper (ÎVETTE KUPIR) jî anî ziman ku tiştê ku li Southport qewimiye “tirsnak e”.
Cooper wiha got:
“Xwepêşanderên ku êrîşî polîsan kirin tu hurmeta wan ji xelkê ku şînê digirin tune ye.”
Di êrîşa bi kêrê de 10 kes birîndar bûn, 7 jê giran
Êrîşa bi kêrê li navenda ku ji bo zarokên di betlaneya havînê de xizmetên civakîbûnê dide pêk hat.
Zarok di dema êrîşê de li faaliyetek dansê ya bi mijara Taylor Swift bûn.
Di êrîşê de 5 jê giran 8 zarok birîndar bûn. Rewşa 2 temen-mezinên birîndar giran e.
Ciwanekî 17 salî bi îdiaya ku di êrîşê de cih girtiye hat binçavkirin.
Hat zanîn ku malbata gumanbar ji Ruandayê hatiye Brîtanyayê.
Polîs ragihand ku ev êrîş “wek bûyereke terorîstî nayê dîtin.”



