Meclisa Jinan a PYD’ê, bi boneya 10’emîn salvegera fermana Şengalê komxebatek li darxist.
Di komxebatê de bang li jinan hate kirin ku li dijî qetilkirina jinan, li ser fikir û felsefeya xwe parstinê xwe birêxistinin bikin.
Bi nêzîkbûna 3’Tebaxê 10’emîn salvegera fermana 73′ li ser gelên Şengalê çalakiyên bîranîn tên li darxistin.
Bi pêşengiya Meclisa Jinan a Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) komxebatek hat lidarxist.
Komxebat bi sernavê “Qetilkirin û tunekirina jinan” û “Di çanda parastina rewa de jin û parastin” hat birêvebirin.
“Divê jin li ser hişmendiya xweparastinê xwe bi rêxistin bikin”
Endama Meclisa Giştî ya Partiya Yekitiya Demokratîk PYD’ê Fîdan Efrîn axivî û got:
“Armanc di şexsê jinê de tunekirina civaka Kurd bû
Lê îro bi pêşengiya YBŞ û YJŞ’ê wê planên dagirkeriyê û qirkirinê têkbicin.”
Beşdarên komxebatê têkoşîna jinên Êzidî silav kirin û gotin:
“Divê tevahî jin di qadên têkoşîn û berxwedanê de li ser fikir û felsefeya xwe parstinê xwe birêxistinin bikin.”



