Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê bîlançoya ziyanên şewata çiya û daristanên gundewarê Efrînê parve kir.
Li gorî rêxistinê:
572 hektar erd ji çiya û daristan û 5720 darên zeytûn merx û kerez hatine şewitandin.
Li Efrîna dagirkirî binpêkirin û sûcên derheqê şênî û xwezayê bi şêwazên cuda dewam dike.
Çeteyên dagirkeriya tirk bi binpêkirinan tenê sînordar neman.
Di van rojên dawî de berê xwe dane çiyayên Efrînê.
Çete ne tenê daran dibirin û bê serûber çiyayan jî dişewtînin.
Dagirkeriya Tirk li navçeya Reco û Mabata rûbereke mezin ji çiyayan dişewitîne
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê ragihand ku çeteyên dagirkeriya tirk hefteya dawî ji meha Tîrmehê çiya û daristanên navçeya Raco û Mabetayê bê serûber şewitandin.
Rêxistinê da zanîn ku çeteyan agir bi çiyayên gundên Meydana û Edemo, Hesen, Cirqa û Elemdara yên navçeya Raco her wiha gundê Gemrûkê û Sêmalka yên navçeya Mabeta.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê diyar kir ku ti kes û aliyên berpirsyar ên bi ser desthilatên Tirkiyê yên bi navê parastina sivîl van agiran venamirînin.
Şêniyên Kurd bang li cîhanê dikin ku destwerdanê bikin û agiran vemirînin
Şêniyên Kurd ên van gundan bi derfetên kêm hewl didin agiran vemirînin lê bi wan gelekî zehmet e ji ber ku agir xurt in.
Şênî bi gelek rê û rêbazan bang li cîhanê dikin ku destwerdanê bikin û rûbera şîn ji daristan û çiyayan ji şewitandin û birînê xilas bikin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê: 572 hektar hatiye şewitandin
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyê bîlançoya ziyanên şewata ku gihaştiye çiya û zeviyan bi raya giştî re parve kir ku ew jî wiha:
- 372 Hektar ji çiya û erdên ku bi darên zeytûn, merx û Kerezan li gundên Meydana hatiye şewitandin.
- 160 Hektar li gundê Avrazê ya Mabetayê hatiye şewitandin.
- 40 Hektar li gundê Hesen ê navçeya Raco hatiye şewitandin.
- Darên Kerezê yên ku li gundên Meydana heyanî bi gundê Sêmalka derdora 1960 darî hatiye şewitandin.
- Derdora 3760 darên zeytûnê jî hatine şewitandin.
Malpera Afrînpostê ji çavkaniyên ji hundirê Efrînê ragihand ku serçeteyên dagirkeriya tirk bi zanebûn çiya û daristanan dişewitînin da ku hem bikin komar hem jî êzingên wan bifiroşin û bikin pere.
Armanca pêşî û paşî jî astengkirina Efrîniyan e û koçberkirina wan e.


