Tîmên Avakirina Aştiya Civakî ev demekî dirêj e çeteleya êrişên Tirkiyê yên bi hevkariya PDK’ê tên kirin, digire.
Xebatkarê CPT’iyê Kamaran Osman anî ziman ku dema ew serdana Herêma Federea ya Kurdistanê kiriye jê re peyama ‘Hûn bi xêr hatin Tirkiyê’ hatiye avêtin û got:
“Ev ne operasyonekî leşkerî ye, ev bi temamî dagirkerî ye.”
Tîmên Avakirina Aştiya Civakî ev demekî dirêj e çeteleya êrişên Tirkiyê yên bi hevkariya PDK’ê tên kirin, digire.
Ji tîmên avakirina aştiya civakî Kamaran Osman ku di sêrê meha Tîrmehê de çavdêriya êrişên belavî çolterên Amediyê ya Dihokê bûye di çavdêrî kir û derbarê çavdêriya xwe de ev tişt got:
“Tirkiye nêzî 40-45 kîlometreyan ketiye hundirê herêmê, gundê ku Tirkiye derdikeve operasyonê bi darê zorê gundiyan ji gun derdixe.
“Mirov nikarin biçin li gundên xwe, nikarin dakevin zeviyên xwe.
Ev ne tenê operasyonekî leşkerî ye, ev bi temamî dagirkerî ye.
Leşkerê Tirkiyê gundên ku PKK tê de nîn e jî, hedef digire.”
CPT: Li herêma Başûrê Kurdistanê peyamên hûn bi xêr hatin Tirkiyê tên avêtin
Kamaran Osman diyar kir ku Tirkiye her du kaniyên avê bombebaran kiriye û zirar daye şebekeya ceyranê û wiha dewam kir:
CPT: Çima hikûmeta Iraqê û ya herêma Kurdistanê êrişan şermezar nake?
Welatiyên ku li herêmê bêyî ceyran mane.
Tirkiye baregehên leşkerî ava dike, quleyên telekomînîkasyonê li cem van baregehan bi cih dike, ev jî tora li hêrêmê ya ragihandinê asteng dike.
Tirkiye di navbera Herêma başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dixwaze herêmekî tampon ava bike.
“Di rojên pêş de em ê çavdêriyên xwe bi hikûmeta Iraqê û Kurdistanê re parve bikin”
Kamran Osman derbarê bêdengiya hikûmeta Iraqê û saziyên navneteweyî jî got ku heke hikûmeta Iraq û Herêma başûrê Kurdistanê vê rewşê şermezar nekin û tiştekî nebêjin, em ê çawa li bendê bin ku Dewletên Yekbûyî yên vê rewşê şermezar bikin?
Kamaran Osman di dawiya axaftina xwe de da zanîn ku ew ê di rojên pêş de bi sefîrtiyên li Iraqê û bi rayedarên hikûmeta Iraqê re jî bên cem hev û dê çavdêriyên xwe yên êrişan bi wan re parve bikin.



