Hêzên Asayîşê vê carê li hindirê Kampa Holê avêt ser çeteyên DAIŞ’ê.
Asayîşê ragihand ku hêzên wan şaneyeke DAIŞ’ê ya ji 7 çeteyên pêk dihat, têk bir.
Asayîşê eşkere kir ku, piştî wergirtina agahiyan, hêzên wan ên taybet operasyonek li dijî şaneya DAIŞ’ê pêk anî û di encamê de 7 çete hatin girtin.
Asayîşê her wiha da zanîn ku van çeteyan plan dikir di nava Kampa Holê de çalakiyên terorane pêk bînin.
Li gor daxuyaniya Asayîşê, vê gavê çete di lêpirsînê de ne.



