Bi rashatina salvegera 10. a fermana li ser Şengalê, YPJ mizgîniya xilaskirina zarokek û 2 jinên Êzidî ji pencên DAIŞ ragihand.
YPJ’ê ragihand ku zarok û jinên Êzidî, ku 3’ê Tebaxa 2014’an ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê ve hatibû revandin, îro ji kampa Holê derxistin.
Ezîze Xalid Elî 25 salî, Tawaf Dawûd Çeto 24 salî û zaroka bi navê Xwûnav îro li ser destê şervanên YPJ hatin xilaskirin.
Xilaskirina jin û zarokên êzidî bi rasthatina salvegera 10. a farmana 2014 pêk hat.
Ev jin û zarok di wê fermandê de, ji aliyê çeteyan ve hatibûn revandin.
10 sala tekoşîna YPJ’ê a ji bo tolhildana jinên Êzidî dewam dike û heya niha bi sedan jin xilaskirin.
YPJ’ê mizgîniya xilaskirina 2 jin û zaroka Êzidî ji kampa Holê, bi riya daxuyaniyekê ragihand.
Berdevka YRJ: Parastin û xilaskirina jinan erka me ya sereke ye
Berdevka YPJ Roksan Mihemed xilaskirina jin û zarokên êzidî li tevahî jinan pîroz kir.
Diyar kir ku YPJ ê ji sala 2014 heta niha bi sedan jinên Êzidî xilaskirine û got:
Weke YPJ me parastina Şengalê û rizgarkirina jinên Êzîdî erka xwe ya sereke dît û bi salane ji bo em xwe bighînin jinên Êzîdî xebat dikin.
YPJ soz dabû ku heya jineke Êzîdî di destê DAIŞ’ê de hebe, e wê ranewestin.
Îro jî di salvegera komkujiya Şengalê de careke din ev soza xwe bicih anî û mizgîniya xilaskirina zarokekê û 2 jinên Êzîdî, da gelê Şengalê.



