Rejîma Îranê hevdîtina rojnamevan û girtiya siyasî Pexşan Ezîzî bi parêzer û malbatê re hat qedexe kir.
Komeleya Mafên Mirovan ya Kurdistanê diyar kir ku rejîma Îranê nehişt Pexşan Ezîzî bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike.
Komeleyê destnîşankir ku ev kiriyar binpêkirina mafên mirovan û mafên bingehîn yên girtiyan e.
Di dawiyê de komeleyê dazanîn ku rêxistinên navnetewî bi berdewamî teqeziya mafê girtiyên dike bi malbat û parêzeran re.
22’ê Tîrmehê Dadgeha Şoreşa Îslamî ya Îranê biryara darvekirina rojnamevan û çalakvana siyasî ya Kurd Pexşan Ezîzî da.
Dadgehê bi hinceta endamtiya Partiya Jiyana Azadiya Kurdistanê “PJAK” û sûcê “xiyanetê” ev biriyar girtibû.



