Tifaqa Demokratîk a Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) bi daxuyaniyekê bertek nîşanî cezayên darvekirinê yên li Îranê li Şerîfe Mûhammedî û Pexşan Ezîzî hatine birîn da.
Tifaqê diyar kir ku ew ê li dijî cezayên darvekirinê bê deng nemînin.
Rejima Îranê, ji bo rojnamevana Kurd û çalakvana mafên jinan Pexşan Ezîzî û Şerîfen Mihemedî cezayê darvekirinê da.
Tifaqa Demokratîk a Jinên Rojhilata Navîn û Bakurê Afrîkayê (NADA) li hember vê biryarê bi daxuyaniyekê bertek nîşan da û banga demildest rawestandina vê biryarê kir.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku piştî kuştina Jîna Emînî Rêjîma Îranê tim ji bo jinan biçewisîne, bêdeng bike, ji jiyana cemaweriya giştî û siyasî dûr bixe zextê dike.
Di berdewama daxuyanyê de wiha hate gotin:
“Rayedarên Îranê cezayên darvekirinê li Şerîfe Mûhammedî û Pexşan Ezîzî birîn, ev biryar li herêmê û navneteweyî bû sedema nîqaşên femînîst. Ev biryar piştî bêparhiştina mafê wan ê darizandina adîlane, hatiye dayîn.”
Di daxuyaniyê de hat xwestin ku her du jin werin berdan, mafê jinên girtiyên siyasî werinparastin û ev daxwaz hatin rêzkirin:
*Dê cezakirina her du aktîvîstan rê li ber binpêkirina mafên jinan û darvekirinên nû veke.
*Bang li tifak,komeleyên femînîst û tevahî rêxistin û jinan dike ku tev li kampanyaya ‘Ji darvekirinê re na, ji jiyana azad re erê’ bibe da ku jin xwe tenê hîs nekin.
*Dê têkoşîna jinan a li dijî desthilata zextkar ya Îranê li dîrokê qeyd bike û dê nede bîrkirin.
*Hemû cezayên li girtiyên siyasî yên bi neheqî hatine birîn, şermezar dike û tîne ziman ku dê li dijî zextên jinan, bêdeng nemîne.”



