Berpirsê Kar û Barên Civakî yê YNK’ê yê li Zaxoyê Mela Nezîr Berwarî diyar kir ku dewleta Tirk çeteyan tîne Başûrê Kurdistanê û karên xerap dikin.
Mela Nezîr Berwarî anî ziman ku 400-450 çete ji bo karen taybet wekî kuştin, revandin û hwd. re anîne.
Di bin navê PKK kiryarên herî xirab dikin, cilên gerîlayan xwedikin û dixwazin xelkê bixapînin.
Berpirsyarê Kar û Barên Civakî yê Yekitiya Niştimanî ya Kurdistanê YNK’ê yê li Zaxoyê Mela Nezîr Berwarî derbarê êriş, plan û metirsiyên li ser Başûrê Kurdistanê û Iraqê de ji ANHA’yê re axivî.
Nezîr Berwarî bibîr xist ku di encama tifaqên PDK’ê û dewleta Tirk de ji sala 1992’yan dagirkerî bi desteka PDK’ê ve tê kirin û got:
“Qonax bi qonax hejmara baregehan hate zêdekirin.
Heta niha 71 barergehên dewleta Tirk li sînorê Hewlerê û Dihokê hene.
Ev ji bilî navendên MÎT’ê yên li bajaran in.”
“Erdogan çeteyên xwe yê Sûrî dişîne Başûrê Kurdistanê”
Mela Nezîr Berwarî li ser mijara çeteyên DAÎŞ’ê ku dibin Başûrê kurdistanê ji wiha got:
“Tirkiye dizane ku êdî divê ji Sûriyeyê derkeve. Sûriyeyê jî ev şert daniye.
Ew kesê Sûriye weran kiriye, alîkariya çeteyan, DAIŞ’ê kiriye, Erdogan û hikumeta wî ye.
Tirkiye niha dixwaze wan çeteyan bîne herêma Başûrê Kurdistanê.”
Mela Nezîr Berwarî: Çete yê dewleta Tirk cilên Gerîla li xwe dikin
Berwarî destnîşan kir ku dema dawî de nêzî 400-450 çeteyên DAIŞ’ê an jî bi navê Cebhet El Nûsra, Sûltan Mûrad derbas kirine ku li gel serbazên dewleta Tirk dimînin û ev agahî parve kir:
“Van serbazên ku tînin Başûrê Kurdistanê hemû ne serbazên dewleta Tirk in.
Berpirsên wan ji Tirkiyeyê ne, hemûyên din çete ne, tenê cilên wan cilên serbazên Tirkan e.
400-450 çete ji bo karen taybet wekî kuştin, revandin û hwd. re anîne.
Di bin navê PKK kiryarên herî xirab dikin, cilên gerîlayan xwedikin û dixwazin xelkê bixapînin.”
Mela Nezîr Berwarî: Hedef tesfiyekirina PKK û YNK’ê ye
Berwarî îdiayên PDK’ê ku dibêjin “endamên PKK’ê li barergehên YNK’ê ne” derewandin û got:
“Her kes dizanê ev nerast e. Hedef ji van îddiayan ew e ku bihelin dewleta Tirk dest deynê ser Silemaniyê.
Hedefa vê operasyonê PKK û YNK’ê ye. YNK`ê dê heta dawî nebê dijminê gelê xwe.”
“Ger Iraq wiha bê deng bimîne û niyeta dewleta Tirk pêk werê, Iraq namîne”
Bi van gotinan Mela Nezîr Berwarî bal kişand ser sekna hikumeta Iraqê û metirsiyên li pêşiya Iraqê wiha bi dawî kir.
“Ger Iraq wiha bê deng bimîne û niyeta dewleta Tirk pêk werê, Iraq namîne.
Wîlayeta Musil, Kerkûk ji destê Iraqê herê ku wê tenê wîlayetê Basra, Bexda bimîne.”



