Qirkirina Êzidiyan a li Şengalê di salvegera 10’an de li pêşiya Parlamentoya Eyaleta bajarê Bremenê yê Alamaniyayê bi çalakiyekê hat şermezarikirn.
Di bîranînê de danezana Sîwana Meclîsên Jinên Êzidî (SMJÊ) hate xwendin û wiha hate gotin:
“Armanca DAÎŞ’ê tunekirina Êzidiyan bû. Hêzên Parastina Êzdixan û YPG’ê bi YPJ’ê re Êzidiyan rizgar kir.
Her wiha nûnerê Nav- Yek Zerdeşt Osê axivî û got:
“10 sal bi ser fermana 74’an derbas bû. Fermanek wisa ye ku di tu welat û civakê de nehatiye dîtin, pratîkek wisa ne qewimî ye.
Wê demê hikûmeta navendî ya Iraqê û malbata Barzanî ewqas kes di destê hovan de hiştin û rewiyan.
Hevserokê Meclîsa Civaka Kurd a Demokratîk a Bremenê Îshak Yilmaz jî bal kişand ser hevkariya PDK’ê ya di êrîşên li ser Şengalê de û wiha got:
“Dewleta Tirk êrîşên xwe bi hevkariya PDK’ê pêk tîne.
Ger ne ji hevkariya PDK’ê bûya dewleta Tirk nedikarî ev qas rehet êrîş bike.
TAJÊ ji bo darizandina PDK’ê dosyayek pêşkêşî welatên ku jenosîd nas kirine kir



