Şandeyeke Şengalê bi Fermendariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mazlûm Ebdî re rûnişt.
Şande ji endamê destaya eşîran ya Şengalê, şêx “Dexîl Murad E’aşr” û endamê Meclisa Rêveberiya Xweser ya Şengalê “Seîd Melhem Hemo” pêk hat.
Şande ji aliyê fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê Mezlûm Ebdî, rêveberiya giştî ya hêzên YPJ’ê Rohilat Efrîn û Hevsrokê Partia Yekîtiya Demoktat PYD’ê Salih Muslim ve hate pêşwazîkirin.
Giringiya Xweseriya Şengalê û parastina wê, vegera gelên Êzdî li kampên başûrê Kurdistanê ser xaka wan bû mijara rûniştinê.
Beşdaran balkişandn li ser avakrina Şengalê û pêşxistina navendên xizmetguzariyê bi rêya dan û standinê bi dewleta Iraqê.
Şandeyê qala kurîdora mirovî ku gelê Rojava di dema êrişa çeteyên DAIŞ’ê de vekir, kir û spasiya wan kir.
Di dawiyê de Fermendariya Giştî ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê diyarkir ku ew amedene ji bo her cure alîkariya madî û manewî ji bo Şengalê.



