Îranê ragihand ku ji ber kuştina serokê Polîtburoya Hemasê Îsmaîl Heniye doz vekir û biryara girtina kesên bi kuştinê re eleqedar in da.
Cîgirê Serokê Dadgeriyê ya Îranê Sadiq Rehîmî ragihand ku wan doz di derbarê dosyeya kuştina serokê polîtburoya Hemasê Îsamîl Heniye de vekiriye.
Rehîmî biryara girtina kesên ku di kuştinê re têkildarin jî da.
Rehîmî di civîneke çapemeniyê de got:
“Şehîd Heniye li welatê me mêvan bû, ji bo wê jî mafê qanûnî yê komara Îslamî ya Îranê heye ku bersiva vê kuştina tirsonek bide.”
Îranê, Îsraîlê berpirsê kuştina Heniye ye dibîne.
Lê heta niha Îsraîlê derbarê van tawanan de tu daxuyanî nedaye.
Ji dema kuştina Heniye ve Îran û hevkarên wê nexasim Hizbullah soza bersivdayîneke giran li dijî Îsraîlê didin.



