Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kir ku kuştina Lîderê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Haniye pêvajoya agirbesta li Xezayê zehmet kiriye.
Biden bi Netanyahu re bi telefonê axivî û li hember hemû tehdîdên Îranê û şaxên wê yên wek Hamas, Hîzbullah û Hûsiyan, pabendbûna xwe ya bi ewlehiya Îsraîlê re destnîşan kir.
Serokê Amerîkayê Joe Biden diyar kir ku kuştina Lîderê Buroya Siyasî ya Hamasê Îsmaîl Haniye pêvajoya agirbesta li Xezayê zehmet kiriye.
Biden li ser mijarê ji rojnamegeran re axivî û diyar kir ku ew ji zêdebûna rageşiya li Rojhilata Navîn bi fikar in û ew agirbestê dixwazin.
Li gor daxuyaniya nivîskî ya Qesra Spî Serokê Amerîkayê Biden bi Serokwezîrê Îsraîlê Netanyahu re bi telefonê axivî.
Cîgira Serokê Amerîkayê Kamala Harris jî beşdarî civînê bû.
Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku Biden di derbarê ewlehiya Îsraîlê de temînat daye Netanyahû.
Biden û Netanyahu li ser bûyerên dawî hevdîtin pêk anîn
Her wiha Biden bal kişand ser girîngiya berdewamkirina xebatên ji bo kêmkirina rageşiya li Rojhilata Navîn.
Hat ragihandin ku di hevdîtinê de şandina çekan a nû ya ji bo Îsraîlê jî hatiye axaftin.
Biden li hember hemû tehdîdên Îranê û şaxên wê yên wek Hamas, Hîzbullah û Hûsiyan, pabendbûna xwe ya bi ewlehiya Îsraîlê re destnîşan kir.
Di hevdîtinê de Biden û Netanyahu mijarên sewqiyata leşkerî ya nû ya Amerîkayê bo Îsraîlê bi taybetî li dijî mûşekên balîstîk û balefirên bêmirov jî gotûbêj kirin.
Biden ji bo kêmkirina rageşiyê hişyarî da Netanyahu
Haniye di danûstandinên di navbera Îsraîl û Hamasê de bi navbeynkariya Misir, Qeter û Amerîkayê de roleke girîng lîst.
Piştî ku Serokê Hamasê li paytexta Îranê hat kuştin, Serokwezîrê Qeterê Muhammed Bin Abdurrahman Al Sanî yekser li ser medyaya civakî peyam da û got:
“Dema ku aliyek danûstandinê aliyê din bikuje, çawa dikare navbeynkarî bi ser bikeve?”
Piştî suîkasta li Tehranê ya paytexta Îranê, ji komên ku Îran piştgiriya wan dike li Sûriyê, Lubnan, Iraq û Yemenê û herwiha Hamasê jî daxuyaniyên tolhildanê hatin dayîn.



