Lîderê Hizbullahê Hesen Nasrallah diyar kir ku piştî kuştina Lîderê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye, şerê li dijî Îsraîlê derbasî qonaxeke nû bû.
Her wiha artêşa Îsraîlê derbarê suîkasta Îsmaîl Heniye îdia kir ji xeynî armanckirina li ser Fuad Şukûr, wan êrîşek li ser tu herêmeke din li Rojhilata Navîn nekiriye.
Li aliyê din Hizbullahê piştî 48 saetan ji kuştina fermandarê wê yê payebilind Fuad Şukur êrîşeke mûşekî bir ser Îsraîlê.
Lîderê Hizbullahê Hesen Nasrallah diyar kir ku piştî kuştina Lîderê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye, şerê li dijî Îsraîlê derbasî qonaxeke nû bû.
Nasrallah roja Pêncşemê li Beyrûtê ji kesên beşdarî merasîma cenazeyê Fuad Şukur bûn, soz da ku koma milîsên şîe dê tola xwe hilînin.
Nasrallah ji bo Îsraîl û Amerîkayê peyam da
Nasrallah ji bo Îsraîl û Amerîkayê peyam da û got:
“Dijmin û yên li pişt dijmin divê li benda tolhildana me ya jêveneger bimînin.
Hûn nizanin ji kîjan xetên sor derbas bûne.”
Nasrallah: Hûn nizanin ji kîjan xetên sor derbas bûne
Şukûr roja Sêşemê di êrîşeke mûşekî de li ser taxeke Beyrûtê ji aliyê Îsraîlê ve hat kuştin.
Îsraîlê ji bo tolhildana kuştina 12 zarokan li Girê Golanê êrîş pêk anî.
Îsraîl: Me ji xeynî armanckirina Fuad Şukûr, ti êrîş pêk ne anîn
Her wiha artêşa Îsraîlê îdia kir ku şeva ku Lîderê Buroya Siyasî ya Hemasê Îsmaîl Heniye hat kuştin, ji xeynî êrîşa ku li Beyrûtê fermandarê payebilind ê Hizbullahê Fuad Şukûr kir hedef, wan êrîşek li ser tu herêmeke din li Rojhilata Navîn nekiriye.
Berdevkê Artêşa Îsraîlê Danîel Hagarî di civîna çapemeniyê ya ku li dar xist de derbarê rojevê de nirxandin kirin.
Li ser pirsa kuştina Haniye, Hagarî diyar kir ku şev û sibeha 30’ê Tîrmehê heta 31’ê Tîrmehê tenê li Beyrûta paytexta Lubnanê êrîş pêk anîne.
Hegarî bi îdiaya ku artêşa Îsraîlê li pişt kuştina Haniyeyê nebûye û wiha got:
“Me şeva 30’ê Tîrmehê li Lubnanê xist û Fermandarê Hizbullahê Fuad Şukur bi êrîşeke hewayî ya rast hat kuştin.
Ez dixwazim teqez bikim ku wê şevê li ser Rojhilata Navîn “Ne êrîşeke din a hewayî, ne mûşekek, ne jî balafireke bêmirov a Îsraîlî pêk hat.”
Tolhildana Hizbullahê ji Îsraîlê re
Li aliyê din Hizbullahê piştî 48 saetan ji kuştina fermandarê wê yê payebilind Fuad Şukur êrîşeke mûşekî bir ser Îsraîlê û li bakurê Îsraîlê dengê sîrenan hat.
Li gorî nûçeyên di çapemeniya Îsraîlê de hatin belavkirin, roket ji aliyê pergala qubeya hesinî ve hatin astengkirin.
Di derbarê êrîşê de tu agahî nehatin dayîn, li ser medyaya civakî dîmen hatin parvekirin ku nîşan dide pergalên parastina hewayî yên Îsraîlê li herêmeke rojavayê Celîlê çalak dibin.
Yekem roket piştî 48 saetan hat avêtin
Dema ku li herêmê dengê teqînan hat bihîstin ji ber ku pergala parastina hewayî roket îmha kir, rayedarên fermî derbarê ziyanên canî û madî de agahî nedan.
Ji aliyeke din ve çapemeniya Lubnanê nivîsiye ku artêşa Îsraîlê bi topan êrîşî bajarokên Ramya û Ayta El Şeab yên li başûrê Lubnanê kirine.



