Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê Stephen Hitchen di civîneke çapemeniyê de destnîşan kir ku ji bo vegera koçberên êzidî li Şengalê divê zemîneke guncaw were amadekirin.
Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê Stephen Hitchen û serokê zanîngeha Mûsilê Qusey El Ehme civîneke çapemeniyê li dar xist.
Dozên girêdayî êrişa çeteyên DAIŞ’ê ya li dijî Şengalê nîqaş kir.
Hitchen bang li hikumeta navendî ya Bexdayê û hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku destekê bidin Şengalê.
Balyozê Brîtanyayê anî ziman ku divê aliyê peywendîdar girîngiyê bidin qanûna jinên ku ji komkujiyan hatine rizgarkirin û desteka pêwîst bidin wan.
Balyozê Brîtanyayê yê li Iraqê di dawiyê de got:
”Divê em hemû ji bo ji nû ve avakirina Şengalê, amadekirina zemîneke guncaw a ji bo vegera koçberan a li Şengalê û pêkanîna aramiyê bixebitin.”



