Mîlîsên Agir û Rojê yên Jinê bi pêkanîna hin çalakiyên li dijî dewleta Tirk a dagirker li Colemêrg, Wan, Erzirom û Stenbolê damezirandina xwe îlan kirin.
Li gorî daxuyaniyê mîlîsên jin di 15’ê Tîrmehê de li Geverê li dijî leşker û polîsên ku xwestin li ser Cadeya Rêya Armûşê meşekê pêk bînin, bi teqemeniyan çalakiyek pêk anîne.
Dîsa li Geverê di şeva 3’yê Tebaxê de li dijî dorpêça polîsên dewleta Tirk li taxên Kişla, Cûmhûriyet û Ormanê bi teqemeniyan çalakiyek hatiye lidarxistin.
Her wiha Mîlîsên Agir û Rojê yên Jin daxuyaniyek da û naveroka daxuyaniyê bi vî rengî ye:
“Niha dem dema bersivdayîna ji kesên ku hewl didin aramiya Rojava ya bi keda mezin û xwîna şehîdan hatî avakirin, têk bibin.
Dem dema bersivdayîna polîtîkayên tecrîdê yên li zindanan e.
Dem dema bersivdayîna ji kesên ku ziman û govendên me tehemul nakin.
Dem dema bersivdayîna ji kesên ku me bi tiryak, fuhûş û bêçandiyê re rû bi rû dihêlin.



